Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Hewlêrê PDK Îranê beşdariya cejna netewî a Amrîkayê kir

20:46 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Heyeteka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî li ser gazikirina konsulxaneya Amrîkayê, li Herêma Kurdistanê, berşariya 237’emîn salroja cejna netewî a vî welatî kir.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanemdia, rê û resma han roja çarşemî berwar 3’ê Tîrmeha 2013’an, birêve çû û şanda PDK Îranê ji aliyê nûnerên siysiyên Amrîkayê hatin pêşvazîkirin û bi xwendina sirûda netewî a Amrîka, Îraq û sirûda Ey Reqîb dest pêkir.
Pişka din a pirogiramê pêşkêşkirina raporekî siyasî li ser kar û çalakiyên konsulxana Amrîkayê li Herêma Kurdistanê û xizmetguzariya siyasî û abûrî bû.
Piştire rê û resma han guherîna nûnêrayetiya siyasiya Amrîkayê li Herêma Kurdistanê bû û konsula nû li Herêma Kurdistanê bi amadebûyan dan nasandin.
Rêzdar Mesud Barzanî serokê Herêma Kurdistanê kosula nû a Amrîkayê bi fermî wergirt û sipasî karên konsula pêşîn kir.

Birga din a vê rê û resmê pêşkêşkirina gutar û bixêrhatina konsula nû û sipas û pêzanînên serokayetiya Herêma Kurdistanê li konsula pêşîn a Amrîkayê bû ku ji aliyê Felah Mistefa berpirsê nivîsîngeha pêwendiyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin pêşkêş kirin.
Heyeta Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDK Îranê divê marasimê de karî tevî hejmarek kesayetiyên siyasî û hevalên PDKÎ hevdîtin dikin.