Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Kamyaranê bi boneya 22’ê Pûşperê çalakiyên teblîxî birêve çûn

17:26 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Kamyaranê bi boneya salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî çalakiyên teblîxî birêve birin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, seba 24’emîn saliya şehîdkirina rêberê netewa Kurd û sekreterê pêşîn ê PDK Îranê, wêneyên Dr. Qasimlo li tax û kolanên bajarê kamyaranê hatin dilavkirin.

Cihên ku tirak û wênên teybet ên şehîd Dr. Qasimlo hatine bilivkirin pêk hatiye ji:

Derdûra parka Mewlewî, şehreka Bêset, duruberê naxweşxana Sîna û derdûra Ferhengsera û parka Mezin a bajar.