
Roja Pênçşemî rêkevta 7`ê Rêbendanê, dersxwanên qutabxwaneya navendî ya Fehmîde ya li bajarê Pîranşarê, di hemî bihevre camane jixwekirin û di polên dersê de amadebûn û bi vê çalakiya xwe mamosteyên dibisatnê heyrîmayî kirin.
Wan dersxwan dane zanîn ku, ji ber vê sedemê wan ev çalakiya encam dane ku, li roja Çarşemî Nazimê qutabxaneya Navendî ya Xamneyî, ji hejmarek dersxanên ku camane jixwe kiribûn re, îzin nedabû daku di kilasên dersê de amade bibin.
Ev hewla dersxwanên qutabxaneya Navendî ya Fehmîde ya li bajarê Pîranşarê vê yekê dide xûya kirin ku, rejîma Îranê di mehandina hêma û nasnameya neteweyî li mejî û hizira zarokên Kurd de serkevtî nebûye, herwisa nîşaneya vê yekê ky rejîm ji hêmayên neteweyî yên neteweya Kurd ditrse.