Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Qamîşlo bi boneya 30`mîn salroja terorkirina Dr Qasimlo semînarek lidar xistin

11:37 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Li bajarê Qamîşlo a Rojavaya Kurdistanê, bi boneya 30`mîn salroja terorkirina duktor Qasimlo û hevalên wî, semînarek lidar xistin.

Roja 13`ê Tîrmeha 2019`an semînar li jêr silogana "Şehîd Qasimlo pêşengê netewa xweragir û berxwedanê ye" hate lidarxistin.

Bi boneya 30`mîn salvegera terorkirina şehîd duktor Ebdulrehman Qasimlo, li bajarê Qamîşlo ya Rojavaya Kurdistanê ji aliyê "yekîtiya rewşenbîrên li herema Cizîrê, merasimeke girseyî bi beşdarbûna nûnerê rêveberiya xweser û encûmena zagonsaz"Hisên Ezam" û gelek sazî û rêxistinên siyasî û kesayetên ronakbîr û welatiyên din, li hola Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo hate lidar xistin.

Piştre Sê tever û mijarên sereke ketin rojeva beşdarbûyan.

Di destpêka semînarê de, Hevserokê Yekîtiya rewşenbîran "Ebûd Mexso" balkişande ser tekoşîna rêber û tekoşerên kurdistanê û rola kesayeta duktor Qasimlo di pêxema xebata miletê kurd ji bo qazancên mafê netewa xwe.

Paşê Rêzdar "Xerîb Heso" Hevserokê kurdnasyona tevgera civaka Demokratîk, derheq tekoşîna gelê Kurd li her Çar parên Kurdistanê axavtinên xwe pêşkêşkir û got: Em dibe girîngiya berdewamkirina tekoşîna doza gelê kurd li her Çar parçeyên kurdistanê bidin. Û herweha navbirî Hemû tekoşer û xebatkarên doza gelê kurd di yek sengerî de nas kirin, û herwisa sîstema terorkirinê şermezarkir, û amaje bi yekrêziya xebata kurdewarî ji bo avakirina rojhilatek azad ku her netewe bi azadî û aşitî têde bijîn, kir.

Di vê semînarê de, çend wêneyên şehîd Dr. Qasimlo hate nîşandan ku têda qûnaxên xebata şehîd Qasimlo hatibûn xûya kirin.

Di parek din a wê semînarê de, nûnerê kurdîneya rewşenbîrên Bakûrê Sûriye "Melevan Resûl" li derheq tekoşîn û tevgera siyasî li Rojhilata Kurdistanê kir û herwisa basek jî li ser Rola Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di avakirina komara Kurdistan li Mehabadê û şoreşa sala 1979`an li dijî rejîma dagirkeriya Îranê û bi taybet rola nemir Sehîd Dr. Qasimlo di defter û ferhenga tekoşîna xebata çekdarî û siyasî de, li dijî pîlangeriya rejîmên Îranê ji serdemên şahê pehlewî heya qûnaxa desthilatdariya kujer a komara Îslamî, kir.

Herwisa di wê semînarê de komek kesên rewşenbîr û dîroknas li derheq şehîd Dr. Qasimlo axavtinên xwe pêşkêşkirin.