Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Şabadê hevwelatiyekî Kurd bi gulleyên hêzên rejîm hat kuştin

16:23 - 14 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hemwelatiyekî Kurd xelkê bajarê kamyaranê ku bi glleyên hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê hatibû birîndarkirin, canê xwe ji dest da.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, hevwelatiyekî Kurd bi navê Sebah Mihemedî kurê Emîn, xelkê bajarê kamyaranê, roja 8\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, li bajarê Şabad a ser bi parêzgeha Kirmanşanê, dikeve ber destdirêjiya gulleyên hêzên Întizamî yên rejîma Îranê û di encam de bi tundî tê birîndarkirin.
Şahîdekê wê bûyerê bi malpera Kurdistanmediaê ragihand: Hêzên rejîm paşî teqekirin bi Sebah, bi birîndarî bi cî dihêlin û tû hewlek bo gehandina navbirî bo nexweşxanê nedan.
Şahîdê han di dirêjahiya axavtina xwe de got: Sebah piştî hewleke zaf xwe gehande nexweşxanê, lê bi sedema birîneke zaf û ji dest dana xwîneke zaf, jiyana xwe ji dest da.
Termê hevwelatiyê han yê Kurd paş du roj ragirtin li nexweşxanê di roja 12\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, radestê malbata wî kirin.

Li gor serhejmariya Kurdistanmedia, di destpêka Meha sermawez a 1392\'a Rojî ve hey niha 7 hemwelatiyên Kurd bi gulleyên raste rastên hêzên rejîma Îslamî ya Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.