Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Sayîn Qela di navbera Kurd û Turkan de pevçûn derket

13:56 - 16 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Di pêvajoya hilbijartinên duh yên Civata Bajêrvaniya Sayîn Qelay’ê de, di navbera alîgirên du berbijarên kurd û Turkan de şer û pevçûn derket û gellek kes birîndar in.


Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, roja înê 14’ê Hezîran a 2013’an, di pêvajoya rêveçûna hilbijartinên Civata Bajêrvaniya bajarê Sayîn Qelay’ê de, şer û pevçûneke xurt di navbera alîgirên berendamên kurd Xalid Husênî û berbijarekî Turk de derket ku bo posta civata bajar xwe berbijar kiribûn.
Sayîn Qela yek ji 14 bajarên Parêzgeha Urmiyê ye ku nifûsa wê derdra 50 hezar kes dibe.

Hêzên întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê ku bi armanca kontrolkirina rewşê çûbûn cihê bûyerê, dibin sedem ku tundûtûjî bêhtir bibe.

Li taxa Kuştargaha bajarê Sayîn Qela şer û pevçûn derket û heya bilavbûna vî nûçeyê tu agahiyek ji birîndarên vî şerî ji ber dest nine.