Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Sinê duyemîn Ciwanê Kurd di demeke kurt de dest bi xwe kuştinê daye

21:34 - 10 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Di heyamê 15 rojan de duyemîn Ciwanê Kurd li bajarê Sinê dest havêtiye xwekuştinê û li ser pira Mrdux a vî bajarî xwe firedabû xwarê.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja yekşem 9\'ê Hezîran a 2013\'an, lawekî temen 20 salî li ser pira Mirdux xwe firedabû xwarê û bi tundî hat birîndarkirin.
Ev ciwanê temen 20 salî niha di nexwşxaneya bajarê Sinê de ye.
Heyamê çend rojan berî niha xurtekî din yê Kurd her li ser pira Mirduxê xwe firadabû xwarê û her di cih de canê xwe ji dest dabû.
Çend rojan berî niha li bajarê Urmiyê û Pîranşehrê 3 zarokên temen 8 heya 14 salî seba arîşeyên malbatê dest hevêştibûne xwe kuştinê.
Ji wan her sê zarokan dudan canê xwe ji dest da û evê din jî di dema xwe kûştinê de zigar kiribûn.