Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê “Sine” yê bo bi bîranîna şehîdên “Kosalan”ê çalakiyekê berfireh a banghêjî hate lidarxistin

18:49 - 6 Nîsan 2022

Roja Duşemî, 16ê Xakelêwe ji aliyê endam û alîgirên PDKÎ li çend cihên bajarê “Sine” ye, bo bi bîranîna şehîdên “Kosalan”ê çalakiyek berfireh a banghêjiyê hate lidarxistin.

Ew cihên ku çalakî têde hatine lidar xistin ew in: “Şeqama Xeyrêzne, Meydana Zeferiye, Parêzgarî, Şeqama Nazikkaran, Çarrêyana Çarbax, Ferah, Çarrêyana Îkbatan, Awiyer, Meydana Feyzava, Biheşta Mihemedî, Tirba şehîd Eyûb Zendî, Baxê Milî, Ebasava, Kanî Kûzele, Nebûwwet, Baxê Dayîk, Meydana Padigan û Ereş.”

Di wê çalakiyê de wêneyên şehîdên “Kosalan”ê wekî şehîd “Mam Ekber Mînberî, Şaxewan Mînberî, Şoriş Mînberî, Efşar Sûrebûme, Sahîb Husênî, Barzan Husênî, Mehdî Şêxî, Rûhulla Heyderî, Hîwa Qurbanî, Kawe Cewanmerd, Serkewt Semedî” li dîwarên wan şeqam û cihan dane.

Herwisa li devera “Şarwêran”ê, rêya “Hacî Xoş- Kêçava” yê ser bi bajarê “Mihabad”ê alaya pîroza Kurdistanê hate bilindkirin.