Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

li bajarê Sine,destûpêwendiyên rejîmê ji bo tolstandina li hemberî helwêsta Kurdistana Rojhilat êrîşî ser dukandaran dikin

18:59 - 13 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Li bajarê Sine, destûpêwendiyên rejîma Îranê, di Îdareya Bazriganî ya rejîmê ya li bajarê Sine de, roja piştî girevgirtina seranserî ya xelkê Kurdistana Rojhilat ya 21`ê Xermananê (12`ê Îlonê),  bilez, hewla darxistina dukanên bajarê Sine daye.

Piştî vê ku rejîma dijî gelî ya Îranê, di rêkefta 17`ê Xermananê hevdem , hem li girtîgeha Recayî Şehr a bajarê Kerecê,3 giritiyên siyasî yên Kurd bidarverkirin û hem jî, ji aliyekî dine ve, Spaha Pasdaranê, bi mûşekên dorhavêj êrîşî ser binke û baregehên Partiya Demokrat kir û di encamê de jî hejmarek berçav ji xebatkarên  vê partiyê  û xelkê sivîl bûne gorî û şehîd  û birîndarbûn, her di vê derheqê de jî “Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê”,  di bangeşeyekê de roja 21`ê Xermananê wekî roja girevgirtina seranserî ragehand û daxwaz ji xelkê Kurdistana Rojhilat kir da ku di vê rojê de dukan û bazarên xwe darbixin.

Xelkê Kurdistana Rojhilat jî , bi tana bangeşeya Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Rojhilata Îranê hatin û bi darxistina dukan û bazaran di vê rojê de, bidarivekirina 3 çalakvanê  siyasî yên Kurd û êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran a rejîmê  ya bo ser binke û baregehên Partiya Demokrat,  li bajarê Koyê şermezarkirin.

Her di vê pêwendiyê de,  li gorî nûçeya ku li bajarê Sine gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,  destûpêwendiyên rejîmê Îro 22`ê Xermananê bilez ji bo tolvekirinê û xwalîkirina keb û kîna xwe, êrîşî ser hin dukandarên bajarê Sine kirine, û bi hinceta giranfoşiyê, gefa  cezadan perê nexd û darxistina van dukanan kirine, ku dîsan rastî helwêsta bivêr a xwedî dukanên bajarê Sine hatine.