Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Sineyê berpirsên rejîmê givaş xistine li ser xelkê ku divê di rêûrsma 22`ê Rêbendanê de amade bibin

16:56 - 9 Şibat 2022

Pêka rapora gehiştî bi malpera “Kurdistanmediya”yê, birêveberên xwendingeha li gundê “Tengîser”a girêdayî bajarê “Sine”yê givaş xistine li ser derisxwenan ku divê di rêûresma 22`ê Rêbendanê de beşdar bibin.

Birêveberê wê xwendingehê ji dersxwenên wî gundê re ragihandine ku, divê di xwendina sirûda taybet ya wê rojê de beşdar bin û her ji ber vê jî di navbera dersxwenan de alozî der ketiye.

Herwisa wî birêveberê xwendingehê ji dersxwenan re gotiye: “Min qencî bo we hebûye û hûn jî divê bersiva wan qenciyên min bidin û di vê rêûresm û xwendina sirûdê de beşdar bin, hekî ne dê dawiyê bi zirara we tewav be.”

Pêka çavkaniya “Kurdistanmediya”yê  pirraniya wan dersxwenan guhdariya gefxwarinên  bi rê ve berê xwendingehê nekirin û di xwendina sirûd de beşdar nebûne.

Ji aliyekê din ve jî, berpirsên rejîmê di nîzîk bûna 22`ê Rêbendanê de, serdana gundên Rojhilatê Kurdistanê dikin û xelkê neçar dikin da ku di vê rêûresmê de beşdar bibin.

Ew berpirsên rejîmê roja Duşemî 18`ê Rêbendanê, li gundê “Mêrav” a girêdayî bajarê “Sine”yê di mizgevta wî gundî de rêûresma 22`ê Rêbendanê bi rê ve birine û piştre bêrêziyên bêsînor ji  “Nasir Rezazî” hunermendê neteweyî yê Kurd re kirin, di vê rêûresmê de tenê kirêgirtî û destûpeywendiyên rejîmê beşdarî bibûn.

Herwisa wan berpirsên rejîmê daxwaz ji xelkê gundê “Mêrav”ê kirine ku alaya rejîma Îranê bilind bikin, lê xelkê alaya Kurdistanê bilind kirin.