Roja Înê 8`ê Rêbendanê, “Gulîzar Elîpûr” keça “Menaf û Xatûn” jidaybûya sala 1347`an, û xelkê gundê “Emîrabad”a girêdayî bajarê “Şino”yê koça dawiyê kir.
“Gulîzar” jinek têkoşer û bivêr bû, di sala 1395`an dema ku hêza Pêşmergê Kurdistanê bo navxweyê Kurdistanê zivrRojhilatê xizmetek zêde bi ew meşa hizbê bi taybet pêşmergan kir.
Xwedêjêrazî dehan car di nava dilê rejîmê de alîkarîdabû bi pêşmegeyan û li warê dabînkirina cihê bêhnvedan û herwisa bona çareseriyên pizîşkî yên pêşmergeyan bi hemû hêz û şiyana xwe hewl dida.
Mixabin “Gulîzar” piştî çend mehan rikeberiya digel nexweşiyê, roja Înê koça dawiyê kir.
Herwisa bavê xwedêjêrazî di heyama salên 1358`an heta 1361`an pêşmergê PDKÎ bûye.
xwedêjêrazî hata dawiya jiyana xwe, bi rêbaza şehîdan wefadar ma û xizmetkirina bi hizbê weke erkek netewî dizanî.
Termê navbirî di nav girseya xelkê navçeyê de, bi axa pîroza Kurdistanê hat spartin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kes û karên xwedêjêrazî û xwe hevparê wê xema wan dizane.