Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Tikabê du welatî li ber deriyê pasigeha vî bajarî hatin kuştin û birîndarkirin

17:18 - 4 Tebax 2013

Kurdistanmedia: 2 hevwelatiyên Kurd li bajarê Tikabê li encama cêbûna şer û pevçûn a civakî ve bûne qurbanî.
Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, roja şamî berwara 3’ê Tebaxa 2013’an, li ber deriyê pasigeha hêzên Întizamiya bajarê Tikabê hemwelatiyek bi navê Husên Kerîmî kurê Îsmaîl ji aliyê kesekê ve hat kuştin.
Her divê pêwendiyê de welatiyek din jî rola navbijwanî li navbera şer de hebû, bi tundî hat birîndar kirin.
Li gotina çavkaniyên hayîdar, ew şere di demekê de qewimiye ku Husên Kerîmî akinciyê taxa Qernaw kiçek ku bi gotinan evîndara vî bûye rewandiye û paşan malbata vê kiçê li ber deriyê pasigeha bajarê Tikabê tevî bi şer hatine û li encam de Husên tê kuştin.

Heya bilavbûna nûçeya han zanyariyek li çarenivîsa vê kiçê ku navê vê “Z” ye ji ber dest nine.