Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên Îranê de nerazîbûnên xelkê yên li dijî rejîma Îslamiya Îranê berdewam in

18:30 - 16 Gulan 2022

Roja Yekşemî 15`ê Gulanê, di bajarên weke, “Tehran, Îsfehan, Tevrêz, Şehrê Kurd û çendîn bajarên din, xelk bi sedema rewşa xerab a jiyana xwe, li dijî rejîma Îranê nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Di bajarên weke, “Îsfehan, Tevrêz û Qezivîn”ê de komelek ji malnişînkiriyên îdareya Dabînkirina Civakî li derheq bîmeya tevawker, rewşa xerab a jiyanê û mûçeyên xwe li ber deriyê îdareya Dabînkirina Civakî yên wan bajaran kom bûne û siloganên li dijî “Îbrahîm Reîsî” qîrandine û daxwaza çareserkirina pirsgirêkan û zêdekirina mûçeya mehane û birêveçûna reşnivîsa wekhevîkirina mûçeyan kirine.

Di bajarê Tehranê de, ajotvanên kompaniya Ajotvaniya Otobûsê ya Tehranê li derheq kêmbûn û paremana mûçeyên mehane nerazîbûna xwe nîşan dane û daxwaza vergirtina mûçeyên xwe di dema xwe de kirin û herwisa çendîn daxwazên din jî hebûne.

Di bajarê weke, “Hefşincan”a girêdayî parêzgeha “Çarmihal û Bextiyarî” yê de, xelk bi sedema xerabiya rewşa jiyanê derketine li ser şeqaman û li dijî rejîma desthilatdar û bilindbûna nirxan silogan qîrandine û xwenîşandanên nerazîbûnê lidar xistine.

Her di vê derheqê de, hêzên leşkerî bona pêşîgirtina ji berfirehbûna xwenîşandanên nerazîbûnê, teqe ji xelkê nerazî kirine û hewla binçavkirina bi kom a xwenîşanderan dane.

Herwisa li bajarê “Şehrê Kurd” li parêzgeha “Çarmihal û Bextiyarî”yê, ji ber bilindbûna nirxan xelk derketine li ser şeqaman û li dijî “Îbrahîm Reîsî” û desthilatdarên din ên rejîmê silogan qîrandine û benêrên “Îbrahîm Reîsî” şewitandin.

Xwenîşanderên nerazî rastî êrîşên hêzên leşkerî hatine û dinavbera xwenîşanderan û hêzên leşkerî de şer û pevçûn derketiye.

Di piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, rejîmê ji tirsa berfirehtirbûna nerazîbûnên xelkê, lezgîniya hêla înternetê heta qasek zêde kêm kirine.

Di bajarên Rojhilatê Kurdistanê de rejîma Îranê li tirsa  serîrakirina serhildana seranserî a xelkê û berfirehtirbûna xwenîşandanên nerazîbûnê, bi rêya bikaranîna hêzê, rewşek awarte li ser xelkê de sepandine û di piraniya bajarên Kurdistanê de hêz cihgîr kiriye.