Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên Sûriyê de 114 kes hetin kuştin

12:09 - 20 Adar 2013

Kurdistanmedia: Li Sûriyê dîsan bi êrişeke tund navbera Artişa Azad û hêzên rejîma Beşar Esed li bajarên curbicur ên Sûriyê 114 kes hatin kuştin.
Rêxistina Mafê Mirova ya Suriyê(SNHR) ragehand, li bajarên curbicur ên Sûriyê de hêzên rejîma Sûriyê êriş kirine ser muxalîfan û di vê navberê de 114 kes xelkên sivîl hatine kuştin.
SNHR diyar kir ku di êrişên yekineyên artêşê ya bi desteka esmanî de de li Demişq 49, Heleb 24, Hema 4, Humis 15, Dera 7, Deyruz 7, Îdlib 3, Lazkiye 2 , Kuneytra 2 û li Hasekeyê 1 bi tevahî 114 xelkên sîvîl canê xwe ji dest dane.
Li gor agahiyên ji Haleb hatine bilavkirin, kesên ku rastî êrîşî hatine, bêhna xwe bi zorê vedidin.Tê îdîa kirin ku di êrîşê de gaza “Klorîn” hatiye bikaranîn.
Wênekêşê Reutersê yê ku li herêmê di agahiyên bi telefonê ragihandî de îfade kir ku li kolan û li malan gelek kesan jiyana xwe wenda kirine.
Di vê navberê de Konseya Şoreşa Giştî ya Suriyê (SRGC) ragihand ku balafira şer a ku herêma Bab-i Amra Humsê bombaran dikir ji aliyê Artêşa Sûriyê ya Azad ve hate xistin.
Ji aliyê din ve Acansa Nûçeyê ya fermî ya Suriyê SANAyê ragihand ku hêzên ewlekariyê di operasyonên li giştiya welat derxistî de gelek komên çekdar bêbandor kirine.
Hêjmara miriyên şerê 23 mehî yê navbera hêzên rejîma Sûriyê Beşar Esed û opozisyonê de gihişt 70 hezarî. Komîsera Bilind a Mafê Mirov a Neteweyên Yekbûyî (NY) Navi Pillay di civîna Konseya Ewlekarî de wiha got: “Di mijara bûyerên li Sûriyê diqewimin de, em ê wekî NY li pêşberî dîrokê bên dadgehkirin. Pêngavên me bi navê rawestandina xwîna li Sûriyê diherike nekirî, niha hesabê wê yekê sivîl bi canê xwe didin. Li Sûriyê hêjmara miriyan 70 hezar derbas kir. Tenê ji despêka sala 2013’an heta niha zêdetirî 10 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.”