Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li ber deriyê parlemana Ewropa li dardekirina ciwanên Kurd li Îranê, hat protesto kirin

19:34 - 7 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Meşeke narizayetî bo mehkûmkirina lidarvekirina girityên siyasî ên Kurd li ber deriyê parlemana Ewropa ji aliyê kurdên akinciyên welatê Biljîkê ve birêve çû.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, ew meşa narizayetiye ji aliyê komîteya piştîwanî ji girtiyên siyasî ên Kurd ve li Biljîkê pêk hatibû, bi beşdariy Kurdên akinciyên vî welatî li berwara 5\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê li ber deriyê parlemana Ewropayê li bajarê Biroksêlê hat lidarxistin.
Di vê meşê de amadebûyan bi gotina derûşm û hilgirtina pilakart, narizayetiya xwe bi dardekirina zîndaniyên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve derbirîn.
Peyama komîteya piştîwanî ji girtiyên siyasî ên Kurd bi du zimanên Kurdî û Feransî pêşkeş kirin û her dûrde peyama komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê – Biljîk, bi zimanê Hulendî ji aliyê Monîk Simît çalakvana mafê mirovan ve hat xwîndin.