Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Biljîkê pêwendiyên Îran û Ewropa di konferansê de hat gengeşekirin

13:49 - 8 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê – Biljîk, li konferaansa Vekirin û mîkanîzmên pêwendîdar bi pêwendiyên Îran û Ewropa pişkdarî kir.


Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, konferaansa Vekirin û mîkanîzmên pêwendîdar bi pêwendiyên Îran û Ewropa bi beşdariya heyetekî nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya Cemîl Fethî nûnerê Partê li welatê Biljîkê, ji aliyê Yeketiya Lîbral a Demokratên Parlemana Ewropa ve birêve çû.
Hemîd Sabî parzerê akinciyê Lendenê û yek ji avedanên Îran Tirîbonalê pêwendî tevî rewşa mafê mirov û demokrasî li Îranê, li ser nebûna demokrasî û her wusa zafbûna tepesekirina mafê mirovan paş hatina serkarê serkomarê nû yê Îranê pêdegirî kiriye û got: Rejîma Îranê rejîmeke gendel û dîktator e û gendelî hemî rejîma Îslamî dagirtî ye.
Her weha Monîk Simît endama heyeta nûnerên PDKÎ – Biljîkê, pêwendî li gel rewşa nebaşa mafê mirov û haletên tepesekirina mafê mirov ji aliyê rejîma Îslmî ya Îranê ve li Kurdistanê anî gorê got: Li danustandinên rejîma Îranê tevî welatên Rojava dibe pirsa mafê mirov bê gengeşekirin.