
Li binkeya serekî ya Partiya Demokrat, pêşangehek li ser navê “Meşiqa Porter” ji aliyê hejmarek ji pêşmergeyên wênegir yên Partiya Demokrat hat lidarxistin.
Ev pêşangeha bi serperştiya Keywan Fatihî hat lidarxistin.
Herwisa deriyê vê pêşanigehê ji aliyê “Helmet Kemalî” pêşmerga Kurdistanê, bo beşdarbûyan hat vekirin. .
Wêneyên vê pêşangehê bi şêwaza porteriya “Single Shot” in.
Herwisa pêşmergeyên wênegir ên ku ev pêşangeh birêve birine wuha ne; Sahil Xadimî, Setar Îbrahîmî, Sîna Qasimîzade, Woriya Tewesûlî, Es`ed Obêyîdî, Ajwan Şakirî û Havjîn Seyfî.
Porter wêneyeke ku, li roxsarê kesê ku di wêneyê de ye, kesayetî û esasê tak nîşan dide.
Di porterê de, dahênana wênegir pir girînge da ku, bikare wêneyek kêrhatî bigire.