Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bîr anîna împiratorê helbesta Kurdî de/ Şerefî: Bêkes milkê hemû mirovahiyê ye û hemû Kurd bo wî bi dax û keser e

15:07 - 14 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Yeketiya Xwendekaran li rê û resmekê de bîr anîna mamosta Şêrko Bêkes ê wefat kirî li jêr navê “Bîr anîna împiraporê helbesta Kurdî” bilind nirxandin.
Li gor rapora nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, roja sêşemî bewara 13’ê Tebaxa 2013’an, bi boneya koça dawiya “Şêrko Bêkes” helbestvanê nîştîmanperwer û împiratorê helbesta cîhanê, merasimek ji aliyê Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ve hat lidarxist in.

Rê û resm bi ragirtina deqeyek bêdengî bo rêzgirtin li canê hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê û mamostayê koç kirî Şêrko Bêkes, dest pêkir.
Piştre peyama Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi boneya wefat kirina “Şêrko Bêkes” ji aliyê “Selam Îsmaîlpûr” endamê desteya birêveberiya Yeketiya Xwendekaran ve hat xwandin.

Paşan rêzdar “Hesen Şerefî” cêgirê sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi vê bonê gutarek pêşkeş kir.
Şerefî got: Şêrko Bêkes hizr û baweriyek kûr bi azadiyê hebû, mirovdost û nîştimanperwer û azadîxwaz bû û li hemû şerayitekê de çi li çiya û çi li şer de tevî gelê xwe bû, navdar û binav û deng bû û li gorepana wêjeya Kurdî de, cih û bandora wî diyar bû.
cêgirê sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li dirêjiya axavtina xwe de got: Azara netewa Şêrko Bêkes li pênûsa wî de hawar dike û li xema hejaran de şepola nadadwerî ezyeta wî dike û bi başî azar netewa xwe bi başitî hest pê kiribû û bo netewa xwe li her çar parçên Kurdistanê dijiya.

Rêzdar her weha pirjaye ser evê jî ku Şêrko Bêkes dostê nîzîk û wefadarê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû û xwe li hizr û bawer û rêbaza vê partê de didît.

Şerefî eva jî got: Gelê Kurd dibe şanazî bi Şêrko Bêkes bike, bi vê cirê ku ew şanazî bi netewa xwe dikir.

Piştre “Nahîd Husênî” helbestvan û çalakvana Siyasî, helbestekî mamosta Şêrko Bêkes ku bo “Jîla Husênî” helbestvana koç kirî yê Kurdistana Rojhelatê nivîsîbû, xwand.
Di birga din a rê û resmê de şêwena helbestên Kurdistana Rojhelat “Celal Melekşa û Rehîm Luqman û Dr. Azad” ji aliyê “ Tahir Hesenî Wend” ve hat xwandin û her paş vê jî helbestekî “Îrec Eîbadî” ji aliyê “Çiro Suhrebî” ve hat pêşkeş kirin.

Paşan gete vîdoyek li helbesta xwendî yê “Şêrko Bêkes” li ser şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimo rêberê gelê Kurd, di vê rê û rêsmê de hat bilav kirin.

Her weha çendîn biroske ku bo rê û resmê hatibû rêkirin ji aliyê “Şemal Texrîbî” ve hat xwandin.