Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li çendîn gundên Mihabadê kirêgirtiyên sipaha pasdaranê mêjûlê bilavkirina madeyên hişber in

21:53 - 1 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Li gundên deverê Şarwêran a bajarê Mihabadê dest û pêwendiyên sipaha pasdaran a rejîma Îslmaiya Îranê, li nav Ciwanan de mêjûlê bilavkirina madeyên hişber in.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanemdia, li gundên Qereqşlaq, Darelek, Kosekerêz û Qizilqopî hejmarek dûkan bi navê “Kaftirya” hatien wekirin û li van dûkanan de kirîn û firotia madeyên hişber tê kirin.
Bi gotina kesên hayîdar û xelkê vê deverê, ev dûkan û kaftirayaye ji aliyê kesên ser bi sipaha pasdaran ve hatiye wekirin û divê rêyê de mêjûlê bilabirina bîr û hizra Ciwanên vê deverê ne.

Çavkaniyê eva jî anî ser ziman, pişkekî wan dûkanane cihên taybetî ji bo ew kesên ku tûşî madeyên hişber bûne, heye û rê dide di vî cihî de madeyên hişber bikar bînin.