Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Danîmarkê endamekî komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, digel berpirsê peywendiyên Partiya Rêzbenda Hevpeymaniyê civiya

11:38 - 27 Gulan 2022

Roja Yekşemî 22`ê Gulanê, Dana Elyasî endamê komîteya peywendiyên PDKÎ li welatê Danîmarkê, digel Tobias Turfing berprisê peywediyên Partiya Rêzbenda hevpeymanî a li Heden sted Vail ê civiya.

Di vê civînê de, Dana Elyasî li derheq arîşeyên gelê Kurd bi giştî  û bitaybet li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de axavt.

Herwisa navbirî zêdetir li derheq siyasetên dijî mirovî yên Îran û hevalbendên wê yên weke saziyên terorîstî di têkdana ewlehî û alozkirina Rojhilata Navîn de û herwisa siyasetên PDKÎ û daxwaziyên gelê Kurd û gelên din yên Îranê axavt.

Tobias Turfing behsa pêk anîna civînên berfirehtir û lidarxistina penêlan kir da ku, virda nûnerên peywendiyên PDKÎ, siyasetên partiyê û doza gelê Kurd li Îranê, bo siyasetvanên welatê Danîmarkê şirove bike.

Herwisa li derheq civîn û hevdîtina digel Nikulai Vilmussen parlementerê vê partiyê li parlemena Ewropayê de jî tekezî kirin.