Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Demişqê komkujiyek nû

21:05 - 22 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: 85 kes li encama êrişa 5 rojan yê hêzên Beşar Esed bo devera Cedîde Fedil ya li rojavayê Demişqê hatin kuştin.
Her weha çalakvanan ew êriş bi komkujî bi navkirin ku di nava qurbaniyan de jin û zarok jî hebûn.
Li gor raportan hejmara kuştiyan gihîştiye 250 kes ku piraniyan wan jî ji mesafeyekî nêzîk ve bi fîşekan hatine kuştin lê ji ber dewriyên artêşa rêjîma Sûriyê li wê navçeyê hejmara kuştiyan bi tevahî nehatiye tomar kirin.
Ji aliyê xwe ve endamê encûmena rêveberiya şoreşê ya dijber Cemal Colanî ragihandiye ku: “bûyerên kuştinê di çend rojan encamp daye bi taybet piştî ketina hêzên artêşa rêjîmê bo nava taxê ku 270 çekdarên opozisyonê tê de bûn û her weha termên 98 kesan li kolanan hejmartiye û yê 86 kesan jî ku bi meydanî û bê dadgeh bi guleyan hatibûn darvekirin dîtiye. ”
Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ji aliyê xwe ve ragihandiye ku. Wan nave 80 kesên ku di êrişa hêzên rêjîma Esed bi ser taxê ku di nav de 3 zarok û 6 jin û 18 ji çekdarên opozisyonê hene tomar kirine.
Tora Sûriyê ya mafê mirovan jî ragihandiye ku, dive rê bo komîteya navdewletî ya Xaça Sor bê vekirin da ku xelkê sivîl ji navçeyê bêne rizgar kirin bi taybet piştî encamdana bûyerên kuştin û darvekirinên bê dadgeh di nava malan de.

Çalakvanan diyarkirine ku li navçeya Cedîde Fedil hemû dokan rastî talankirinê û şewitandinê ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hatiye.