Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li devera Bokan û Merîwanê rêz ji roja şehîdên Kurdistanê hat girtin

20:35 - 30 Adar 2013

Kurdistanmedia: Li gundên ser bi bajarên Bokan û Merîwanê seba roja “10 Xakelêwe”yê çalakiyên teblîqî birêve çûn.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li gundên “Nê”a Merîwanê, li ser dîwarên mizgevta vî gundî alaya Kurdistanê hat bilin kirin û herweha li bilindahiya “Şerge” jî alaya Kurdistanê hat bilind kirin.

Her di vê pêywendiyê de ji aliyê tekuşerên PDK Îranê li bajarê Bokanê û devera çemê Mecîd Xan û Pîr Mihemed serdana malbatên şehîdan hat kirin.
Tekuşerên han di vê serdanê de çepke golek pêşkeşî bi wan malbatane kirin.