Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li devera Merîwanê seba nemana çek û teqemeniyên veşartî çend kes hatin girtin

21:38 - 14 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Li gundê Gulçêre a ser bi bajarê Merîwanê hejmarek çek û çolên veşartî li jêr zevî derxistin û bi vê sedemê hejmarek hevwelatiyên sivîl hatin girtin.
Li gor nûçeya şehîştî malpera Kurdistanmedia, li gundê Gulçêre a ser bi bajarê Merîwanê girupekî çend kesî hejmarek çek û teqemeniyên veşartî li jêr erdê derxistin û tevî xwe birine.
Di vê pêwendiyê de nawendên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê rijiyane wan gundê Gulçêre û zext û givaş xistine ser akininciyên wî gundî.
Bi gotina hemwelatiyên wê deverê hêzên Îtilatê şik xistine ser akinciyên wî gundî û bi wan gotine: Ku hûn hayîdarê wan çek û teqemeniyane bûne.
Bi gotina akinciyên gund Gulçêre hejmarek xelkê bê sûçdar ji aliyê wê girupê û hêzên ewlehiyên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Derwîş Mehmûd ku şivanê gundê Gulçêreyê ye û bi xwe xelkê Gogçe ye û her wusa Qadr Qadrpûr, navê du kesên ku hatine destbiser kirin.
Bi gotina çavkaniya hayîdar xelkê gundê Gulçêre bo hêzên ewlehiyan sûnd xwarine ku haje wan çek û teqemeniyane nebûne, lê hêzên ewlehî tu girîngiyek bi sûnda akinciyên wî gundî nedaye.