Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li devera Urmiyê hêzên rejîm destrêjî kirine ser Kolber û kasibkarê Kurd

16:44 - 1 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê li devera Deşta Urmiyê kolber û kasibkar dane ber guleyan û dest liser kelupelên wan girtin.

Li gor nûçeya melpera Kurdistanmedia, li gundê Beresûa ser bi devera Deşt a bajarê Urmiyê hêzên leşkerî dest biser kelupelên kasibkar û kolberan girt.

Her di vê pêywendiyê de 15 ser hespê kasibkarên kurd bi destê hêzên rejîm hatin kuştin.
Ji aliyê din ve çend roj berî niha hêzên ser bi pasigaha Peruynîyê hejmarek hespên kasipkarên devera Newsûd kuştin.

Berwara 30,ê Gulan a 2013,an, 15 ser hespê kasibkaran ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya îranê li pasigaha Peruynî a ser bi devera Avezinê a Newsûdê hetin kuştin û qederek ji kelupelên kasibkaran dest biser de hat girtin.

Kolber û kasibkarên Kurd bi berdewamî radigehan em tenê bijîva jiyana rojaneya malbata xwe vî karî dikin eva jî gotine: Eger karekî baş û dûrûst hebe emê dest ji pîşeya kolberî û karê ser sinor berdin.