![](/weney-mallperr/3943.jpg)
Kurdistanmedia: Hêzên ewlehiyên ser bi îdareya Îttlata bajarê Pawê sê hevwelatiyên vê bajarê destbiser kirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Bextiyar Resûlî xelkê bajarê Pawê û Muxtar Ehmedî û Setar Ehmedî xelkê gundê “Xanega”ê bi mebesteke nediyar ji aliyê hêzên ewlehiyên bajarê Pawê hatin girtin.
Ev sê hevwelatiye du roj paş derbas kirina van li 6’ê Adar a 2013’an, bo girtîgeha bajarê Pawê hetine veguhastin.
Çen roj berî niha Kêyhan Ezîzî û Davûd Xefarî du çalakvanên koltorî û çandî yê bajarê “Pawê” ji aliyê îdareya Îttlata bajarê Pawê hatin gazî kirin û binçavkirin.
Ev du çalakvanên ferhengî bi tawana bêhurmetî bi pêşnivêjê bajarê Pawê ku nûnerê “Weliyê Feqîh”e hetine girtin.
Bi gotina hin kesên agahdar, rewşa saxlemiya Kêyhan Ezîzî li girtîgeha îdareya Îttlatê xirab bûye û seba vê yekê jibo girtîgeha bajarê Pawê hatiye şandin.