Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li egera selmandina teqîna Lakirbî, perwenda Îranê weke terorîzimê navneteweyî dîsan bikar dikeve

14:02 - 13 Adar 2014

Kurdistanmedia: Teqîna balafira Pan Emerîken ku 26 sal berî niha rû da û dewleta Qezafî bi sûçdarê wê karê terorîstî hat naskirin, ew teqîna rejîma Îslamî ya Îranê bi fermana resterasta Xumêyînî hatiye encam dan.

Televîziyona Elcezîre roja Sêşemî 11\'ê Adar a 2014\'an, li devê Ebulqasim Mêsbahî karbidestê pêşîn ye wezareta Îtilata rejîma Îranê bilav kirî ye, teqîna nav balafira Pan Emerîken bervara 21\'ê Çileya Pêşîn a 1988\'an, ku 270 kuştî hebûn, îşê rejîma Îslamî ya Îranê bû.

Di encam vê teqînê de ku firoka Pan Emerîken kete xwarê, 259 sernişînê vê balafirê û 11 akinciyên gundê Lakirbî li welatê Îskatlenê, hatin kuştin.

Di wê serdemê de Amrîkayê, welatê Lîbîyê di wê teqînê de bi berpirsiyar zanî û Me\'mer Qezafî li jêr givaş û gefên Amrîkayê bi naçarî du endamên paye bilindê wezareta Îtilata welatê xwe radestê Îskatlendê kir û cezaya zîndana hetahetayî bi ser wan de sepandin.

Niha ew berpirsê pêşîn yê wezareta Îtilata rejîma Îslamî ya Îranê ew nepeniye eşkere kirî ye ku Xumêyînî ji hemberî tulewekirinê li hemberî bizirbûna balafira Eyîr Basê Îranê li ser avê kendawê bi destê nawganê Amrîkayê, fermana teqîna Pan Emerîkenê daye.

Di vê serdemê de rejîma Îslamî ya Îranê pêwendî bi Ehmed Cîreîl fermandarê giştî yê Arteşa Filistînê ve girtiy û navbira jî bi alîkariya Hizbulahê ew teqîne kirin e.

Televîziyona Elcezîre di demekê de li devê berpirsê pêşîn yê wezareta Îtilatê rejîma Îranê ku niha li Aalmanê akincî ye û penaberiya vî welatî wergirtî ye ew mijare anî ber bas ku Katrîn Aşton di serdanekê de li Tehranê bûye.

Elcezîre bilav kiriye ku belgên bihêz û cih barkirinê ku eyankerê ewê hebe ku rejîma Îslamî ya Îranê fermana wê teqîna terorîstî dabe liber dest heye û karzanên ewlehî ew belgane teqez kirin e.

Karzan û revekarên siyasî li vê bawerê de ne ku eşkerebûna ew nehîniyane bandor li pirojeya sazişa welatên Rojava tevî rejîma Îslamî ya Îranê dadine, bi xasmanî li serdemê teqîna balafira Pan Emerîkena Amrîkayê ji aliyê rejîma Îranê ve ku kesanek weke Hesen Rûhanî û Haşim Refsencanî biryar dest wan bûye, rêyan bo pêwendiyan her du aliyan nahêle.

Bi gotina karzanan, li egera selmandina axavtinên Ebulqasim Mêsbahî, seba givaş û narahetiya xelkê, hemû lihevhatinên Jinêvê tên hiweşandin û doseya Îranê weke terorîzma navdewletî carek din bikar dikeve. Her ji ber vê Xamineyî di wan dawiyane de ragihandibû ku eger mesela pirogirama navekiya Îranê tevî welatên Rojava bigehîje encamê, dîsan Rojava û Amrîka dest ji ambargoyan nakişînin.

Karzanan dibêjin: Ewa bi wateya şikestanîna hemû lihevhatinan û kurbûna arîşe û astengiyên navbera rejîma Îranê û welatên Rojava yê.