Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li encama agir girtina kepsula gazê hevwelatiyek bû qurbanî

15:13 - 7 Adar 2013

Kurdistanmedia: seva agir girtinê pişkek ji cesteyê welatiyek devera Nexedê şevitî.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, berwar 2’ê Adar a 2013’an, hevwelatiyeke gundê “Mêhmandar”a bajarê Nexedê bi navê “Mihemed – S” seba agir girtina kepsula gazê pişkek ji leşê vî şevitî.

Ev hevwelatiyê Kurd 5 roje ku li nexweşxanê deye û bi gotina yek ji şahidan rêja şevata leşê “Mihemed – S” geleke.

pêranegihîştina gundên derdûra şaristana Nexedê û bi taybet gundê “Mêhmandar”ê û nedana îmtiyaza Gazê bi vî gundî û nebûna çavedêrî ji aliyê navendên pêywendîdar li ser alavên gazê, sedema bingehîn a şevitandin û berbûna gazê li wan deverane deye.

Berpirsyarê nawenda lêkolera şevtê li Îranê de bi malpera “Esrê Îranî” ragehand: Li seda 95 şevitiyan li welatên kêm dahat de diqewime û li salekê de nîzîk bi 10 milyîon salan li temenê bi mifah a xelkê, seba vê li nav diçe.

Her di vê pêywendiyê de Dr. Elî Menafî sekerterê zanista lêkoleran li ser şevitandinê ragehand, “li salekê de 3000 kes seba şevitandinê li Îranê de canê xwe ji dest diden.