Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li encama bûyereke hat û çunê li nîzîkî bajarê Banê pitir ji 25 hevwelatî bûne qurbanî

13:14 - 31 Adar 2013

Kurdistanmedia: Li bûyereke hat û çunê li nîzîkî xala lêgerînê “Reşeqelat” li nîzîkî bajarê Banê 9 hevwelatî canê xwe ji dest dan û 17 din jî hatin birîndar kirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, sibêdeya roja şemî 30’ê Adar a 2013’an, tirîliyeke barî seba birîna turmuzan û li dest dana konterolê xwe, 6 tirombêlên sewarî li xala lêgerînê “Reşeqelat” kire armanc û li encam de 26 hevwelatî bûne qurbanî.
Bi gotina şahîdan sê kes li ev kesên ku canê xwe ji dest dane xelkê Banê ne û heya bilavbûna vê nûçeyê nasîna ewên din nehatiye zanîn.
Ji aliyê din ve her di vê pêywendiyê de ajansa nûçegehaniya “Kurdpa” hejmara kuştî û birîndaran 21 kes ragehand.