Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li encama teqeyên hêzên Întizamiyên Merîwanê du hevwelatiyên Kurd bûne qurbanî

14:25 - 6 Gulan 2013

Kurdistanmeida: Du hevwelatiyên Merîwanê bi goleyên hêzên Întizamiyên bajarê Merîwanê hatin birîndar kirin.

Berwar 5’ê Gulan a 2013’an, du hevwelatiyên Merîwanê bi navên Hebîbulla Mihemedî û BêhRûz Ehmedî ku dixwasin bi tirombêla xwe diçin Merîwanê ji aliyê hêzên lêgerîna hêzên Întzamiyê rejîma Îslamiya Îran li nîzîk Merîwanê dane ber goleyan.

Her di vê pêywendiyê de nûçegehaniya “Hirana” jî bilav kir, ew her du hevwelatiye goleyekî zor ji wan kevtiye.

Ji aliyek din ve roja çarşem berwar 14’ê Gulan a 2013’an, Nebî Ebdullahî, Mehdî Ebdullahî xelkê gundê “Banewer” û Salih Salihî xelkê Gundê “Serkiran” a ser bi Pawê li ser rêya Sawe û Teranê ji aliyê hêzên Întizamî ve teqe ji wan hetiye kirin û li encam de Nebî Ebdullahî xelkê “Banewer”a bajarê Pawê tê kuştin.

Her li encama wê destdirêjiyê de Mehdî Ebdullahî û Salih Salihî hatin Birîndar kirin.