Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

li girtîgeha Muslumiyeyê Helebê 50 girtî hatin kuştin

15:23 - 27 Gulan 2013

kurdistanmedia: Li dûyemîn bajarê mezinê Sûriye li Helebê , li girtîgeha Muslumiyeyê, di şer û pevçûnên di navbera rejîma Suriyê û hêzên Artêşa Azad de, top li girtîgehê ket û jê 10 Kurd, 50 girtî hatine kuştin. 

 
Girtîgeha Muslumiye bû hedefa topên rejîma Suriyê û hêzên Artêşa Azad. Di şer û pevçûnên di navbera her du hêzan de top li Girtîgeha Muslumiye a li Helebê ketin û jê 10 Kurd, 50 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ragihandina malbatên girtiyan û şahidên bûyerê, li Helebê di navbera hêzên Artêşa Azad û rejîma Suriyê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.
Her divê pêyweniyê de malpera AvestaKurd bilav kir, Çend navên girtiyên Kurd yên ku li Girtîgeha Muslumiyeyê jiyana xwe wenda kirin eşkere bûn: Hesen Beşar, Lewend Hecî û Seydo (paşnav ne diyar e.)

Li derdorê girtîgeha Muslumiyeyê şerê dijwar yê di navbera her du hêzan de dewam dike. Li girtîgehê bi hezaran girtî hene û malbatên girtiyan bi endîşe ji komkujiyeke muhtemel ditirsin.  Malbatan bang li rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî kirin ku bila vî şerî rawestînin.