Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha Zahidanê mamosteyekî zîndan kirî ê Kurd dest bi gireva birîçîbûmê da

16:27 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Heyamê 9 rojane mamostayekî destbiserkirî yê Kurd li zîndana nawendiya Zahidanê seba gohnedan bi daxwazên vî ji aliyê vê girtîgehê ve dest bi gireve birçîbûnê da.



Mihemed Emîn Agûşî temen 53 salî û girtiyê siyasî ê Kurd seba dijayetiya dezgeha dadweriya rejîma Îranê tevî Azadî “Mercdarî”yê, 9 roje best bi gireva birçîbûnê daye.
Her divê pêwendiyê de malpera Hirana bilavkir, Mihemed Emîn Agûşî berwara 30’ê Hezîran a 2013’an, dest bi gireva birçîbûnê daye û ragihendiye, “ heya ku bersiva min nehê dan, dest ji gireva birçîbûnê bernadim.
Çavkaniyê eva jî xiste ber bas, Mihemed Emîn mamostayê Kurd çûna ser a temenê vî û girev girtinê, Gede (Mêde)yê vî tûşî xwenrîjiyê bûye.
Mihemed Emîn mamostayê Kurd heyamek berî niha di nameyekê de daxwaz ji bizava (NY) û hemû rêkxstin û saziyên mafê mirovan kiribû ku bi hawara min bihên û divê derheqê de pêngavên emelî havêjin.
Mihemed Emîn Agûşî mamostayê desrbiser kirî li girtîgeha bajarê Zahidanê, rewşa cesteya vî nebaşe û heya niha çendîn caran daxwaza mirexesiyê kiriye û ji aliyê dezgeha dadwerî û nawendên ewlehî dijayetî li gel tê kirin.
Mihemed Emîn ku Mamostayê Xanenişîn, xelkê Pîranşehrê û bi sûça sîxurî bo Herêma Kurdistanê hat girtin û ji aliyê dadigeha Înqilaba bajarê Urmiyê ve 10 sal zîndan û dûr xistin bo girtîgeha bajarê zahidanê hat mehkûm kirin.