Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Hatayê teqîn: 46 kes birînar û 20 kes kuştî

21:42 - 11 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Li devera Reyhanlî a bajarê Hatayê a ser bi Turkiyê 2 teq’ne hat kirin û li encam de 20 hevwelatiyên Turk hatin kuştin û 46 kes jî hatin birîndar kirin.

Li gorî nûçeyan, îro 11’ê Gulan a 2013’an, li ser sînorê di navbera Sûriyê û Turkiyê de li devera Reyhanlî ya ser bi bajarê Hatayê, 2 tirombêlên bombekirî hatine teqandin û di encamê de 20 welatiyên Turk hatine kuştin û 46hevwelatî jî hatin birîndar kirin.

Wezîrê navxwe yê Turkiyê “Mûamer Guler” jî derbarê teqînên li Hatayê de diyar kir ku di encama teqînan de 20 kes mirine û 46 kes jî birîndar bûne.

“Hûsên Şanverdî” şaredarê Reyhanlyî derbarê teqînan de ragehand “Li pêşiya avahiya şaredarî û navenda postexaneyê 2 teqînên cûda çêbûn.

Di encama teqînan de gelek malan zerer dîtîn û gelek jî hilweşiyan.