Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Herêma Kurdistanê bîranîna 2’ê Rêbendanê roja avakirina komara Kurdistanê bilind hat ragirtin

14:27 - 28 Kanûna Paşîn 2013

Kurdistanmedia: Li 5 bajarên Herêma Kurdistanê rê û resma 2’ê Rêbendanê 67’mîn salroja damezrandina komara Kurdistanê birêve çû.
Li gor nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, li bajarên Qela Dizê, Silêmanî, Koye, Hewlêr û Kelarê rê û resma 67’mîn salroja avakirina komara Kurdistan ku bi destê Pêşewa Qazî Mihemed hat avakirina bi beşdariya endamê deftera siyasî, kadr û pêşmerge, endam û alîgir Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê birêve çû.
Qela Dizê

Roja 18’ê Çileya Paşîn a 2013’an li bajarê Qela Dizê rê û resma 2’ê Rêbendanê roja damezrandina komara Kurdistanê birêve çû.
Li destpêkê de bi xwandina sirûda neteweî a “Ey Reqîb” hate xwandin û piştre çend xulek bêdengî borêzgirtina ji canê paqij ên şehîdê Kurdistanê hat ragehandin.
Paşan peyama Deftera Siyasî a PDK Îranê ji aliyê berêz Têmûr Mustefayî endamê deftara siyasî a PDK Îranê ve hat pêşkêş kirin û bas ji destkevtên dîrokî ên komara Kurdistanê hate kirin.
Pişka din ya rê û resmê sirûd û avazên cûr bi cûr ên şoreşgerî bûn ku ji aliyê kora hunerî a PDK Îranê ve hat pêşkêş kirin.
Paşan peyama hevbeşa ya komîtên PDK Îranê li bajarên Koye, Pişder û Bitoyîn ji aliyê “Rehîm Resûlî” hat xwandin û peyama hevbeş a yeketiya Jinan, Ciwanan û Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê “Qasim Ferehûdî” ve hat pêşkêş kirin.
Di vê rê û resmê de çendîn tabloa govend û dîlana Kurdî ji aliyê zarokên nawenda Nêrgiz ve hat nimayêşkirin.
Silêmanî

Roja Şemiyê 19’ê Çileya Paşîn a 2013’an li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya rêzdar Hesen Şerefî cêgirê sekrsterê PDKÎ û hejmarek endamên rêberayetî a PDK Îranê û nûênerên aliyên siyasî yê her çer parçê Kurdistanê û endam û alîgirê PDKÎ, rê û resma 2’ê Rêbendanê roja damezrandina komara Kurdistanê birêve çû.
Li destpêkê de sirûda neteweî a “Ey Reqîb” hate xwandin û piştre çend xulek bêdengî borêzgirtina ji canê paqij ên şehîdên Kurdistanê hat ragehandin.

Paşan rêzdar Hesen Şerefî peyama xwe derheq 67’mîn salroja avakirina komara Kurdistanê pêşkêş kir.
Li beşa din ya rê û resmê fîlmeke dêkomêntarî li ser komara Kurdistnê hat nimayêş kirin.
Di beşa din ya rê û resmê de sirûd û avazên curbicur ên şorişgirane derheq 2’ê Rêbendanê ji aliyê kora hunerî a PDK Îranê û bi tek xwandina hunermendan “Xulam Fatihî, Neiman Melekî, Roya Haşimî û Farûq Sultanî ve hatin pêşkêş kirin.
Koyê

Li binka Deftara Siyasî a PDK Îranê li bajarê Koyê rê û resma 67’mîn salroja komara Kurdistanê bi beşdariya rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê PDK Îranê, endamên rêberayetî, kadr û pêşmerge, malbat û mêhvanên hizbê birêve çû.

Roja yekşemiyê 20’ê Çileya Paşîn a 2013’an, ew rê û resme bi xwandina sirûda neteweî a “Ey Reqîb” û ragehandina çend xulekêk bêdengî bo rêzgirtina ji canê paqij ê şehîdê Kurdistanê dest pêkir.
Paşan birêz Dr. Mîro Elîyar endamê defter siyasî a PDK Îranê peyama 2’ê Rêbendanê roja avakirina komara Kurdistanê pêşkêş kir.
Li birga din ya rê û resmê de peyama hevbeş a yeketiya Jinan, Ciwanan û Xwendekar ên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê “Rojîn Behramî” ve hat pêşkêş kirin.
Di beşa dawiya rê û resmê de pêxşanek ji aliyê “Çinûr Mehmûdî”, û sirûd û avazên cûr bi cûr ên şorişgirane seba 2’ê Rêbendanê ji aliyê kora hunerî a PDK Îranê, hunermendan “Xulam Fatihî, Neiman Melekî, Roya Haşimî, Çinûr Suhrabî, Azad Mistefa Pûr û Farûq Sultanî ve hat pêşkêşkirin.
Hewlêr

Rê û resma 67’mîn salroja damezrandina komara Kurdistanê roja 21’ê Çileya Paşîn a 2013’an li bajarê Hewlêrê paytextê Herêma Kurdistanê bi pişkariya hejmarek li rêberayetiya PDK Îranê û aliyên siyasî ên Kurdistanê û kesayetiyên Ferhengî, li hola Pêşewa de birêve çû.
Ew rê û resme di destpêkê de bi xwandina sirûda neteweî a “Ey Reqîb” û ragirtina xulekê bêdengî bo rêzgirtina ji canê paqij ên şehîdê Kurdistanê dest pêkir.

Di vê rê û resmê de rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê PDK Îranê peyama xwe seba 67’mîn salroja avakirina komara Kurdistanê pêşkêş kir.
Pişka din ya rê û resmê peyama hevbeşa rêxistên Ciwanên çar perçê Kurdistan bû ku ji aliyê “Fuad Xakîbeygî” sekreterê yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ve hat xwandin.
Di vê rê û resmê de sirûd û avazên cûr bi cûr ên şorişgirane seba 2’ê Rêbendanê ji aliyê kora hunerî a PDK Îranê ve hat pêşkêş kirin.
Li dawiyê de grûpa “keçên Estêre” bi çendîn cûre dîlan dawî bi marasimê anîn.
Hewlêr

Heyeteka partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi gazîkirina serokeyetiya Herêmê û wezareta rewşenbîrî û Ciwanên hikûmeta Kurdistanê pişkarî di rê û resma 67’mîn salroja damezrandina komara Kurdistanê li bajarê Hewlêrê de kirin.
Ev rê û resme roja Duşembî 22’ê Çileya Paşîn a 2013’an bi beşdariya heyeteke PDK Îranê bi serpereştiya rêzdar “Mistefa Hicrî” sekreterê giştî, partên siyasî yên çar perçê Kurdistanê, demûdezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê, kasayetiyên nîştimanperwer û ronakbîr birêve çû.
Ew rê û resme di destpêkê de bi xwandina sirûda neteweî a “Ey Reqîb” û ragirtina xulekê bêdengî bo rêzgirtina ji canê paqij ên şehîdê Kurdistanê dest pêkir.
Paşan rêzdar “Kemal Kerkûkî” endamê mekteba siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi nûênerayetiya serokê Herêma Kurdistanê gotarek li ser komara Kurdistanê pêşkêş kir.

Paş axavtina Kemal Kerkûkî, “Elî Qazî” bi nûnerayetiya malbata Pêşewa Qazî Mihemed li ser komara Kurdistanê axivî.
Her di vê rê û resmê de fîlmeke dîkomêntarî bi navê “ Sembulek bo yeketiya netewên Kurd” li ser rewşa dema komara Kurdistanî hate nîşan dan.
Marasim bi xwandina sirûdên şorişgirane dawî pê hat.

Kelar

Roja Înê 25’ê çileya Paşîn a 2013’an rê û resma 2’ê Rêbendanê li bajarê Kelarê bi beşdariya bezrêz “Mihemed Nezîn Qadirî” endamê deftera siyasî a PDK Îranê, nûênerê part û aliyên siyasî, berpirsên îdarî û hikûmetî ên Herêma Kurdistanê, kesayetî, endam û alîgirên PDK Îranê li devera Germiyanê birêve çû.

Li destpêkê ew rê û resme di destpêkê de bi xwandina sirûda neteweî a “Ey Reqîb” û ragirtina xulekê bêdengî bo rêzgirtina ji canê paqij ên şehîdê Kurdistanê dest pêkir.
Paşan rêzdar Mihemed Nezîf Qadirî endamê deftera siyasîa PDK Îranê peyama xwe pêşkêş kir.

Di vê rê û resme de helbestek bi navê “Gelê Kurd û Gelê Nefit” ji aliyê “Hesen Saye” kesayetiykî bi nav û deng ê devera Germiyanê ve hat xwandin.

Di vê rê û resman de sirûd û avazên cûr bi cûr ên şorişgirane seba 2’ê Rêbendanê ji aliyê kora hunerî a PDK Îranê ve hatin pêşkêşkirin.

Her di vê pêywendiyê de çendîn Partî, rêxistin û alîgirê PDK Îranê peyam û birûskên pîrozbahiya PDK Îranê pêşkêş kirin.