Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Herêma Kurdistanê simînarekî zanistî pêwendî bi kesayetiya Dr. Qasimlo birêve çû

14:43 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê li serubendê 24 saliya terorkirina şehîd Dr. Qasimlo sîmînarekî zanîstî li ser hizr û nêrînên rêberê neteweya Kurd Dr. Qasimlo birêve bir.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja çarşemî berwar 10’ê Tîrmeha 2013’an, li zanîngeha Koyê simînarek bi navê “Dr. Qasimlo, Sosyalîzma Demokratîk, rêberî” bo korgirtina 4 kesayetiyên akademîk û lêkoler birêve çû.
Simînar bi katek bêdengî bo şehîdên reya rizgariya Kurdistanê bi xasmanî rêberê gelê Kurd şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo dest pêkir.
Panêla yekem bi pişkdariya Kerîm Perwîzî, endamên Polîtburya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Hisam Destpîş mamostayê zanîngehê dest pêkir.
Kerîm Perwîzî ku tewera basa vî derheq bi sosyalîzma demokrat bû bi dîroka sosyalîzm û hatina vê bo Îranê û Kurdistanê dest pêkir gor: Dr. Qasimlo li kongira 4, 5 û 6’ê de tekûşand ku sosyalîzma demokartîk bîne nav hizra siyasî a Partiyê û dawîcar sosyalîzma demokartîk bo armanca pêşeroja PDK Îranê.
Piştre Hisam Destpîş, mamostayê zanîngehê mijara vî bi navê “Qasimlo li efnsanê ve bo rastî” pêşkeş kir.
Qasimlo li hizrên siyasî de, mijara Perwîz Rehîm Qadir li destpêka panêla duyem de bû.
Pişikdarê duyem li panêla duyem Soran Selîmî, rojnamevan û lêkoler bû ku mijara vî li jêr navê xebata çekdarî li nêrîna qasimlo”ve pêşkeş kir.
Di dawiya simînarê de xelata Qasimlo ji aliyê Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ve pêşkeşê rêzdaran Xidir Sidaqet, Mihemed Xan Musaeyîdî,Fetila Xonayî û Mihemed Nasirî pêşmergên kevnarên rêya Dr. Qasimlo hat kirin.

Ji aliyek din ve hejmarek xwendekarên zanîngehê û peymangahê jî xelat werxirtin.