Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li hevdîtina nûnerê PDKÎ li Biljîkê/ Sînator Karal Van: Yekemîn care ji rewşa gelê Kurd di Kurdistanê de hayîdar dibim

15:41 - 1 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Nûnerayetiya Partiye Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Biljîkê tevî sînator Karal Van Lawive di perlemana sinaya vî welatî de civiyan.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Cemîl Fethî nûnerê PDK Îranê li Biljîkê li meclisa sinaya vî welatî li gel Karal Van Lawive sînatorê Yeketiya Nû – Filaman, roja Înê 29\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'an, hevdîtine pêkanî.
Dîroka xebat û têkoşîna PDK Îranê û xebata gelê Kurd li Kurdistana Rojhelatê bi rêberayetiya vê partiyê, serkorarê nû yê Îranê û guherînên dewleta nû a rejîma Îranê û helwêsta PDK Îranê li gel ew guherînane li vê rûniştinê de ji aliyê nûnerê Patiyê ve hat bas kirin.
Danustandinên welatên 5 + 1 û rejîma Îslamî ya Îranê li ser pirogirama navekî ya vî rejîmê û hewlên rejîma Îranê bo destpêregehîştin bi çeka navekî di 15 salên derbasbûyî de û her wusa bandorên gemaroan bo naçarkirina vê rejîmê bi lihevkirin li gel welatên Cîhanê ewa jî bi armnanca kirîna dem û zêdebûna tepesekirina mafê mirovan di dema danustandinê de, beşke din ji basên ku di vê civînê de hatine ber bas.
Di vê hevdîtinê de sînator Karal Van kêfxweşiya xwe ji pêwendîgirtin tevî PDK Îranê ragihand û eşkere kir ku yekemîn care ji rewşa gelê Kurd di Kurdistana Îranê de aşina dibe.