Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Hewlêrê simînarek bi hiceta tawtukirina rewşa Jinên Rojhelatê birêve çû

15:09 - 27 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Encumena Zêd li bajarê Hewlêrê simînarekî zanistî li jêr navê “ nehênrînek li dîrok û têramanêk li rewşa nihaya jinên Rojhelata Kurdistanê” birêve çû.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja pêçşemî 25’ê Nîsana 2013’an, bi hiceta nehênrînek li rewşa jinên Rojhelatê, simînarek ji aliyê encumena Zêd bi başdariya heyetekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya rêzdar Mihemedsalih Qadirî endamê Komîteya Nawendî û veftekî yeketiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi serperestiya xatûn Êlham Çayîçî berpirsê Yeketiya Jinan, birêve çû.

Di vê simînarê de, Lêyîla Qadirî, Dr. Firyêdûn Rehmanî,jîla Kerîmî û Perwane Mihemedpûr li çendîn rehend û bîrên cûda rewşa jinên Kurd li Kurdistana Îranê xistine ber bas û herweha ew kiryar û hukma dadigeha Merîwanê jî li gor yasayan û awaye cezadana sûçdar bi nayasayî hesibandin.

Di dawiya simînarê de pişikdaran ra û bûçûna xwe anîne ziman.

Her di vê pêywendiyê de veftekî komîta yeketiya jinan li bajarê Hewlêrê di vê simînarê de beşdar bûn.