Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Hewramanê 3 kes ji hêzên rejîma Îranê hatin kuştin û birîndarkirin

21:32 - 11 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Li bexşa Newsûdê hejmarek çekdarên nenaskirî pasigehekî wê deverê dane ber gulleyan û di encam de derecedarekî wê pasigehê hat kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûn.
Li gor nûçegeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, şeva şemî berwara 10’ê Tebaxa 2013’an, di navbera sînorê Îran û Herêma Kurdistanê pasigeha “Awêser”a ser bi bexşa newsûdê li nîzîk gundê “Zawer” êrîş kirine ser.
Di encama wê êrîşê de derecedarek bi navê Suhêl” her li cih de can da.
Heya bilav bûna nûçê tu zanyariyek ji ber dest nine.