Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyamê 15 rojan de sê balafirên rejîma Îranê ketine xwarê

21:04 - 5 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Li heyamê 15 rojan de sê balafirên şer yê rejî,a Îranê li bajarên Endîmişkê ketine xwarê.

Sibêdeya roja yekşem 5’ê Gulan a 2013’an balafirek bi cirê “Daymund” li bajarê Kirmanê kete xwe.

Nûçegehaniya Mêhr ragehand, ew balafire ser bi yek binkên rahênan balafiran li parêzgeha Kirmanê bûye.

Ji aliyek din ve, balafira şerî ya F5 li devera “Çimgilik”a ser bi bajaroka Endîmişkê ket xwarê, ew balafira şerî, ser bi binkeya leşkerî a nêçîrkirinê ya Dizfûlê bû.

Her di vê pêywendiyê de sibêdeya roja yekşemiyê 21’ê Nîsanê, balafirek din ya şerî, ya F5 a rejîm di dema ku xwe ji çiyayê “Fîlman” ya herêma “Abdanan”ê xistibû, kete xwarê û du sernişînên vê balefirê her di cih de hatine kuştin.

Balafira han ya binkeya nîzamî ya rejîma Îslamiya Îranê li Dizfula ser bi parêzgeha Xuzistanê bûye.

Balafirên F5 li welatê Amrîkayê hatine çêkirin, û ew balafirane li serdemê destilatdariya Mihemedriza Şah de ji Amerîkayê hatine kirîn.