Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyamê salakê de 4 hezar Mu’tad li Îranê canê xwe ji dest dane

16:19 - 4 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Li gor dawîn amaran li sala 1391’a rojî de nîzîkî 4 hezar kes bi madeyên hişber canê xwe ji dest dane.

Li gor amara nawendiya pizişkê yasayî li Îranê, li sala derbas bûyî de li her rojekê de 11 Mu’tat canê xwe ji dest dane.

Her di vê pêywendiyê de pizişkê yasayî bilav kiriye, pitir ji 2 mlîon mu’tad li Îranê de heye û roj bi roj rêjeya van zêdetir dibe.

Îran li Duniyayê de pileya yekeme bo bikaranîna Teryakê

Karbidestên giştî yê pizişkê yasayî yê rejîma Îranê ragehand, bikar anîna Teryakê li nav welatê Îranê bûye qeyraneke çareser nekirî bi awayekê ye ku bi bikar anîna vê madeyê li Duniyayê de bi yekem hatiye nasandin.

Her a niha jî li Îranê de madeyîn hişber weke: Tiryak, Hirûyîn û Şîşe pitir bikar tînin.

Mihemed Sadiq Fethulahî berpirsê nawenda sitada xebat bi dijî medeyîn hişber ragehandiye: li gor ev hevpeyvînên ku hatine kirin li seda 99’ê ev kesane ku mu’tadin pêştir cigerekêş bûne û miyangîna temenê ku madeyîn hişber bikar tînin 25 heya 29 salin.

Pişderê amarek hetibû bilav kirin ku li Îranê temenê tûşbûyî bi madeyîn hişber 29 salî ne û li gor wan amarane %93 mu’tadan mêrin û %7 din jî jinin.

Li gor dawîn amara ku Netewên Yekbûyî li ser rewşa madeyîn hişber li Îranê de bilav kiriye, pitir ji 70 li sedî tûşbûyîan bi xweşiya “HIV” Îdiz li Îranê pişderê tûşî madeyîn hişber bûne.