Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyamekî kurt de 5 welatiyên devera Jawero a Sine hatin girtin

16:35 - 7 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê 5 hevwelatiyên kurd bi sûçên cur ba cur li gundê “Hûye”a ser bi devera Jawero a Sine destbiser kirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, çend roj berî niha 3 ciwanên gundê Hûye bi navên Serdar Ehmedî, Azad Rostemî û Behmen Rostemî ji aliyê hêzên ewlehiyên rejîma Îslmaiya Îranê ve hatin girtin.
Ew destbiser kirine di demekê de ye ku heyamek berî niha kur û kiçekî gundê Hûye bi navên Rojîn Rostemî û Cemal Rostemî xûya nedikirin û paşan wênên wan du ciwanane bi tifeg ve ku bi gotinan çûne nav yek ji partiyên opozîsyonan, hatiye bilav kirin.
Malbata wan du ciwanane piştî dûrde çûnekî zor bo wan derkikeve ku Rojîn û Cemal ne tenê li Îranê dernekevtine belkî ji aliyê nawenda ewlehiyan ve hatine girtin û ew sînaro ye bo wan çêkirine.
A niha yekek ji wan 5 lawên destbiser kirî ên gundê Hûye bi navê Behmen Rostemî bi awayekî demekî azad bûye û tu zanyariyek li çarenivîsa 4 kesên din ji ber dest nine.