Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê 12 hezar yekîneyên pîşesazî ên betal hene

12:07 - 25 Gulan 2022

Kargeh û kompaniyayên pîşesazî ên Îranê bi sedema piştevanînekirina rejîmê û bilindbûna nirxên alavan û herwisa şikesta aborî a rejîma Îranê, gelek xisar dîtine û beşek zêde ji wan jî, karê xwe rawestandine û kedkarên wan jî bêkar mane.

Cêhgirê Wezîrê Pîşesazî û Bazriganî yê rejîma Îranê “Elî Resûliyan” da diyarkirin ku, “li Îranê 12 hezar yekeyên pîşesaziyê kar û çalakiyên wan hatine sekinandin.”

Yekeyên Pîşesazî yên werzêrî, kargehên berhemanîna alavan, kargehên berhemanîna hewcehiyên tendirûstiyê û çendîn cur ji yekeyên din ên pîşesaziyê, bi sedema neşiyana berpirsan û cudahîdanîn, nedana wama hewce, ji aliyê bankên rejîmê ve û nebûna bazara bazirganiyê, bûne sedem ku beşek zêde ji yekeyên pîşesazî, karê xwe rawestînin û kedkarên wan jî bêkar bimînin.

Di Rojhilatê Kurdistanê de ku, kêmtirîn rêjeya kargehên mezin û kompaniyayên pîşesazî heye, rewş gelek dijwartir li cihên din ên Îranê ye û rejîma Îranê bi hincetên ewlehî, rê ji karkirina beşek ji wan yekeyên pîşesazî yên wekî xwedîkirina ajelan girtiye û gelek caran jî, bi hinceta qaçaxkirina ajelan ew yeke daxistine û ajelên wan zewt kirine û bo berjewendiyên xwe firotine.

Rejîma Îranê amara serast ya rawestandina kar di yekeyên pîşesaziyê de belav nake û amarên belavbûyî gelek kêmtir ji amarên serast in.