Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê 139 kes tûşbûyên vîrûsa Koronayê hene û 19 kes jî bûne qurbanî

17:47 - 26 Şibat 2020

Pêka amarên ku rejîma Îranê belavkirî ye, 139 kes tûşî vîrûsa Koronayê bûne û heya niha 19 kes jî bûne qurbanî.

Serokê Pêwendiyên Wezareta Tendurist a rejîma Îranê, Dr. Cehanpûr, derheq amarên dawiyê ya vîrûsa “Kovîd-19” gotiye: “Pêka lêkolînan di roja derbasbûyî de, heya piştî nîvro ya îro, 44 kesên din jî tûşî wê vîrûsê bûne”.

Herwisa wî berpirê rejîmê bas kiriye, ku ji wan 44 kesan, 4 kes bûne qurbanî û hejmara giştî ya kesên bûne qurbaniya vîrûsa Koronayê, gihîştiye 19 kesan.

Rejîma Îranê bi weşartina amara tûşbûyên vîrûsa Koronayê û herwisa weşartina cihên tûşbûyî, serekîtirîn rol di belavbûna vîrûsa Koronayê de heye û amara serast ya kesên tûşbûyî û asta belavbûna vê vîrosê di Îranê de zêdetir ji wan amarana ye ku, rejîm bas dike û ti pilanek bo gihandina emrazên hewce bo bergirî ji tûşbûna vîrûsa Koronayê tinîne û xelkê Îranê, bi pereyekî zêde wan emrazan di bazarên reş de dikirin ku, heya sexte an standardbûna wan emrazan jî dîyar nîne.