
Yêk ji pirsgirêkên mezin ên Îranê kêmbûna dermanan e, xelk zehmet dermanan bidest dixin û gelek caran bo peydakirina derziyekê li dehan cihan digerin û heta çend demjimêran çaverê dimînin.
Li Îranê peydakirina dermanan wekî pirseke cidî derdikeve pêşiya welatiyan. Xelk ji bo peydakirina dermanekî dehan dermanfiroşan digerin û di encama pirs û lêgerînên dûr û dirêj de derman û pêwîstiyên pizişkî peyda bikin.
Welatiyek Dibêje: “Ji serê sibehê ve li derziya insulin digerim û heta niha bidest min neketiye, li vê derê jî bidest nakeve, nizanim li ku peyda bikim.”
Ev pirsgirêk ne tenê li Tehranê heye, lê hemû Îran li xwe girtiye, xwediyên norêngehan jî dibêjin, sedema serekî ya nebûn yan kêm dermaniyê li Îranê ew e ku rê nayê dayîn derman bo Îranê bê hawirdekirin, vê jî wiha kiriye bidestxistina derman bo xelkê karekî zehmet be.
Derbarê mijarê de Cîgirê Rêveberê Giştî yê Norîngehên Ser Bi Zanîngeha Tehranê Mihemed Rezayî jî got: “Pirsgirêka serekî di hawirdekirina berhemên derman de ye, ev derman bi awayekî gelekê kêm bo welat tên hawirdekirin û xelk jî gelekî zehmet bidest dixin.”
Berpirsên Wezareta Tendirûstê ya Îranê, di kêşeya derman de, dorpêçên Amerîka bo ser Îranê, wek sedema sereke dizanin, Amerîka rasterast an nerasterast nahêle derman were nav Îranê û ev jî bo wan bûye pirsgirêkeke mezin.