Roja 25’ê Xakelêweyê, li Parlamena Ewropayê li Brukselê, Seroka Koma Sosyal Demokrat “Iratxe García” pêşvazî li Birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kir.
Sosyal Dêmokrat ku duyemîn koma herî mezin a Parlamena Ewropayê ne û Xanim García serokatiya wê dike, bi germî pêşvazî ji Birêz Hicrî kirin. Di hevdîtinê de, Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat piştî nîşandana kêfxweşiya xwe ji bo pêşvazî û rexsandina vê çavpêkewtinê, babeteke siyasî pêşkêş kir.
Birêz Hicrî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Îran û herêmê, her wiha behsa yekrêziya neteweya Kurd li Îranê, amadekarî ji bo her senaryoyekê û her wiha pêkanîna hevpeymaniya hizbên Kurdistana Îranê kir.
Kak Mistefa di derbarê girîngiya nêzîkbûna hêzên demokrat û pêşkevtinxwaz li Îranê di vê rewşa hestiyar de û hewildanên Hizba Demokrat di vê derbarê de, nêrîna Hizba Demokrat anî ziman.
Paşê, Seroka Koma Sosyal Demokrat nêrîna xwe û di heman demê de helwesta xwe li beramberî Komara Îslamî ya Îranê diyar kir, ku tê de amaje bi hevkariya xelkê, opozisyona demokratîk û nirxên hevbeş ên her du aliyan kir.
Ev hevdîtin ji wê aliyê ve girîng e ku serokatiya Koma Sosyal Demokratan dengekî bihêz ê nav Parlamenê ye û di gelek waran de dikare bibe alîkarê doza rewa ya xebata neteweya Kurd li Îranê.