Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê

15:26 - 15 Nîsan 2026

Hevpeymaniyê di daxûyaniyekê de ragîhand: Êrîşa di dema agirbestê de, nîşana şikesta siyasî û leşkerî ya rejîma Îranê ye

 

​Gelê têkoşer ê Kurdistanê!

Raya giştî û navendên navneteweyî!

​Komara Îslamî ya Îranê, careke din bi rêya êrîşên dronî, serweriya xaka Herêma Kurdistanê binpê kir û kampên penaberên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê kire armanc. Ev êrîşên ku di dema peymana agirbestê de hatin kirin, careke din perde li ser naveroka rastîn a rejîmekê hilda ku tu carî baweriya wê bi aştî û çareseriya siyasî a pirskirêkan nebûye, serkutkirin, tundûtîjî û teror stûnên sereke yên maneva wê ne. Ev tevgerîn û kiryarane, ne nîşana hêzê ne, belku nîşana wê rastiyê ne ku rêjîm li hember îradeya gelê me û wê şikest û bombesta siyasî û leşkerî ya tê de ye, tûşî lerizîn û bêhêvîbûnê bûye.

​Mixabin, di pêla herî nû ya van êrîşan de bo ser kampên "Azadî" ya Hizba Dêmokrat û "Sûrdash" a Komelaya Zehmetkêşan, du pêşmerge birîndar bûn û "Xezal Mulan", keça pêşmerge ya Komelaya Zehmetkêşan, şehîd bû.

​Hevpeymaniya Hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê radigihîne ku armancgirtina cihê jiyana xelkê sivîl û penaberan, binpêkirineke eşkere ya yasayên navneteweyî û her wiha Peymannameya Jinêvê ye. Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dike, ku tenê bi şermezarkirina van êrîş û destdirêjiyan ranewestin û gavên pratîkî bo rawestandina van êrîşan bavêjin; ku ev êrîş hem bêhurmetî û binpêkirina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê ne, hem jî piştguhxistina yasayên navneteweyî ne.

​Rejîma Îranê divê bizanibe ku teror, tirsandin û dronbarankirin, nikare îradeya neteweyekê bo bidestxistina mafên xwe yên rewa sist bike. Ev êrîş, yekrêziya hêzên siyasî û cemawerê Kurdistanê bo dawîanîn bi sitemkarî û dagirkeriyê bihêztir dikin.

​Hevpeymaniya Hêzên Siyasî, tevî nûkirina peymana xwe bi şehîdên rêya rizgariyê re, radigihîne ku heta rûxana rejîma Komara Îslamî û bidestxistina mafên neteweyî yên gelê me, dê di xebat û têkoşînê de berdewam be.

 

​Silav li şehîdan û serkeftin bo xebata rewa ya gelê me.

​Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê

15ê Nîsana 2026 an a Zayîmî