Donald Trump roja Sêşemê 25ê Xakelêwê di hevpeyvînekê de bi rojnameya New York Post re ragihand ku dibe ku danûstandinên bi Îranê re ji bo bidawîkirina şer, di nav 2 rojên pêş de li Pakistanê ji nû ve dest pê bikin.
Trump di vê hevpeyvînê de got: "Baştir e hûn li wir bimînin, ji ber ku dibe ku di nav 2 rojên bê de tiştek biqewime û daxwazeke me ya mezin heye ku em biçin wê derê." Wî her wiha bi amajekirina bi rola Asim Munîr, fermandarê artêşa Pakistanê, anî ziman ku wî di têkildarî van danûstandinan de "karekî awarte" kiriye.
Wî tekez kir: "Ew awarte ye û ji ber vê yekê îhtimaleke mezin heye ku em careke din biçin wê derê."
Beriya niha rapor hatibûn weşandin ku dewra nû ya van danûstandinan, ku armanca wê bidawîkirina şer hatiye diyarkirin, dibe ku roja Pêncşemê dest pê bike. Dewra yekem a van gotûbêjan di 22yê Xakelêwê de li Îslamabadê birêve çû, lê belê bêyî encameke diyar bi dawî bû.
Ligel vê yekê, li gorî raporên herî dawî, lidarxistina dewra nû ya danûstandinan hîn bi awayekî tekez nehatiye piştrastkirin.