Komara Îslamî ya Îranê Melbenda 3 a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li nêzî gundê Dêgeleyê bi dronan armanc girt.
Êrîša nû ya Komara Îslamî ya Îranê di danê nîvroya îro Çarşemê, 26ê Xakelêweyê de di demekê de ye ku di nava meha borî de ev kampa ku cihê jiyan û nîştecihbûna malbatên sivîl ên Hizbê ye, zêdetirî 4 carên din rastî êrîşê hatibû. Her wiha ev êrîşa di demekê de ye ku duh Sêşemê, 25ê Xakelêweyê jî kampa Azady a Hizba Dêmokrat li nêzî Koyê, kampa Sûrdaş li nêzî Silêmaniyê û her wiha çend navçeyên din li Xelîfan û Rawandizê li Başûrê Kurdistanê rastî êrîşan hatibûn. Pêla nû ya êrîşên Komara Îslamî bû sedema şehîdbûna Xezel Mewlan, pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan û birîndarbûna du pêşmergeyên din ên vê partiyê.
Hevpeymaniya Hizbên siyasî yên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de ku îro belav bûye, tevî mehkûmkirina destdirêjiyên Komara Îslamî bo ser serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê, ragihand ku rejîma Îranê divê bizanibe ku teror, tirsandin û dronbaran nikare îradeya neteweyekê bo bidestxistina mafên wê yên rewa sist bike û ev êrîş yekrêziya hêzên siyasî û xelkê Kurdistanê bo dawîanîn bi sitemkarî û dagirkeriyê bihêztir dike.
Hêjayî gotinê ye ku Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şerê li gel Amerîka û Îsraîlê heta niha, bi zêdetirî 110 mûşek û dronan kampên malbatên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û bingehên dermanî û perwerdehiyê yên vê Hizbê kirine armanc.