Roja 25ê Xakelêweyê, birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ligel şandeke pê re, li bajarê Brukselê bi Yannick Pollet, Cîgirê Sekreterê Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES) re civiyan.
Di vê hevdîtinê de ku tê de birêz Hisam Destpêş, nûnerê Hizbê li Yekîtiya Ewropayê û Aso Ezîzî, nûnerê Hizbê li Belçîkayê amade bûn, Yannick Pollet di destpêka axaftina xwe de lêborîna xwe xwest ku Serokê Partiya Sosyalîstên Ewropayê ji ber beşdarbûna di civîna Sosyal Demokratan de li welatê Îspanyayê, nekaribûye rasterast pêşvaziya kak Mistefa Hicrî bike.
Piştre birêz Hicrî behseke kurt li ser dîroka giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û xebata neteweya Kurd di serdemên her du rejîmên paşayetî û Komara Îslamî li Îranê de kir. Birêz Hicrî di axaftinên xwe de bal kişand ser tundûtûjiyên rejîma Îranê li hember daxwazên rewa yên xelkê, bi taybetî komkujiya meha befranbarê û her wiha êrîşên Spaha Pasdaran bo ser cihên niştecihbûna penaberên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistana Iraqê; her wiha zêdetir şirove li ser daxwaza neteweyî û armancên xebata netewa Kurd li Îranê pêşkêş kir.
Cîgirê Sekreterê Partiya Sosyalîstên Ewropayê, piştî behsekê li ser rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn tekez kir: "Em piştgiriya daxwazên neteweya Kurd li hemû beşên Kurdistanê dikin." Navborî derbarê serkutkirina xelkê ji aliyê Komara Îslamî ve ragihand: "Em xwe bi piştevanê daxwazên medenî yên gelên Îranê dizanin."
Pollet ligel got: "Em hêvîdar in peywendiyên me berdewam bin û ev hevdîtin û pevguhertina bîr û ramanên me di paşerojê de jî dirêjî hebe."
Di dawiyê de, her du aliyan dawîn rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û bi taybetî ya Îranê nirxandin û nîgeraniya xwe li hember binpêkirina mafên mirovan li Îranê û zêdebûna rêjeyabidarvekirina girtiyên siyasî anîn ziman.