Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê hejmara tuşbûyên nexweşiya AIDS gehîşt 26 hezar kesî derbas bû

17:07 - 29 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Amara nû a îdareya AIDS a wezareta tenduristiya Îranê ragehand, hejmara kesên ku tûşî nexweşiya AIDS bûne zêde bûye û gihîştiye 26 hezar kesî ku piranî bi rêka pêwendiyên sêksî belav bûye. Lê li gorî amarên nefermî herî kêm 90 hezar kes li Îranê tûşî nexweşiya AIDS bûne. 
Li gorî nûçegehaniya Anlayîn, di encama lêkolînan de ku ji aliyê navendên pijîşkî û tenduristî ve hatiye kirin, hejmara kesên ku tûştî nexweşiya AIDS bûne zêde bûye. 
Li gorî amara wezaretê niha li Îranê 26 hezar û 125 kes tûşî nexweşiya AIDS bûne ku 89.8% jê zilam in.
Li gorî amara wezareta tenduristî ya Îranê, par 24 hezar û 735 kes tûşî nexweşiya AIDS bibûn.
Derheqê sedem û çawaniya belavbûna nexweşiya AIDS li Îranê de jî hat gotin ku piranî bi rêka pêwendiyên sêksî û bikaranîna şirinqeyên pîs belav bûye. 
Ji aliyekî din, serokê komîsyona tenduristiyê ya parlamentoya Îranê Çileya Pêşîn a 2012’an gotibû: “Li Îranê herî kêm 90 hezar kes tûşî nexweşiya AIDS bûne.”
Her divê pêywendiyê de ku sala 1390’a rojî “Merziy Wehîd Destcirî” wezîrê pêşîn yê tendurustiyê gotibû: nîzînkê 80 hezar kes tuşbûyên nexweşiya AIDS li Îranê de heye.
piraniya temenê 46.1% ji nexweşan navbera 25 heta 34 sal e.