Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê her yek demijmêr hevwelatiyek seba şêrpence “Gede” ve canê xwe ji dest dide

16:36 - 15 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Li gor dawîn amaran, welatê Îranê zortirîn rêja can ji dest danê ye seba tûşbûna nexweşiya şêrpenca gede (Meide) li cîhanê de û rojane her 22 kes seba vê nexweşiyê canê xwe ji dest didin.

Li gorî amara wezareta tendirustiyê, salane 10 hezar kes li Îranê de tûşî nexweşiya şêrpenca gede dibin û li vê rêjeyê de piraniya tûşbûyan mêrin.

Di vê pêywendiyê de malpera “Feryager” bilav kir, ji bilî evê ku Îran zortirîn rêjeya tûşbûyên bi nexweşiya meide di dunyayê de heye, li naw şêrpencan de li asta Îranê de piraniya hevwelatiyan seba şêrpenca gede canê xwe ji dest didin.

Li gor amara wezareta tendirustiya Îranê, salane nîzîkê 40 hezar hemwelatî li Îranê de seba şêrpencê cenê xwe ji dest didin û bi gotina kesên pispor û şareza li vî varî de, egera vê heye ev rêjeye heya 20 salên din li seda 90 zêde bike.

Heya niha sebebên zaf li pêywendî bi tûşbûna şêrpincê hatiye ber bas, lê serekîtirîn sebeba bi awaya jiyan kirinê û ew astengiye tê pêş.

Hinek sebesê din jî hen weke, pîsbûna jîngêh, geryanan kêm, jiyana natedirust dibine sebeba tûşbûna nexweşiya şêrpencê.